Sûriye beşdarî danûstandinên aştiyê dibe

Sûriye beşdarî danûstandinên aştiyê dibe

12:47:35 PM

Rojava News : Wezîrê Derve yê Sûriyê ragehand ku welatê wî amade ye beşdariyê di danûstandinên aştiyê de bike.

 

Derbarê mijarê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim got: "Şam amade ye beşdariyê di proseya aştiyê de bike û em bi hêvî ne ku danûstandin serbikevin daku li Sûriyê hikûmeta veguhêz were pêkanîn."

 

Ji aliyê xwe ve Şêwermenda Siyasî ya Serokê Rejîma Sûriyê Bûseyna Şaban ji televizyona El-Meyadîn re tekez kir ku ew hemû biryarên Neteweyên Yekbûyî qebûl dikin û piştgiriya wan dikin.

 

Li gor biryara Neteweyên Yekbûyî, ji dest pêka sala nû ve agirbestek dê were ragihandin û danûstandinên di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de dest pê dikin.