Nacî Elcuruf li kolanê Entabê hate terorkirin!

Nacî Elcuruf li kolanê Entabê hate terorkirin!

 

Rojava News: Şeva borî  rojnamevanê Sûriyê  Nacî Elcuruf li kolanê Entabê hate  kuştin

Li gor ku ji hin çavkaniyan agahî hatine wergirtin:  Li bajarê Entabê Bakurê Kurdistanê Nacî Elcuruf di dema ji bo hin pêvistiyan çû bazarê, li vegera xwe ji aliyê hin kesên nenas ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Nacî Elcuruf ji bo  amadekirina nifşek nû di  medyakarên gelerî  de kesayetek girîng bû û bi dehan xolê fêrkirina li ser wê bingehê ji aliyê wî de hatiye birêve birin.

Hemandemê  Elcuruf derhênerê filmê bi nave “DAİŞ  di Helebê de” bû ku gelek têkdanên rêxistinê li derdora Helebê  şopandina, û gelek belgeyên documenterî pêşkeşî ragihandinê kirine.

 

Rifat Haci