Rojava News: Du teqînên bihêz taxa El-Zehra li bajarê Himsê ku piraniya neşteciyên wê alîgirên Esed e hejand, di encam de kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyan, ku teqîna yekem bi riya otombîleke bombekirî li taxa El-Zehra hate encam dan, piştrê xwekujekî di nava xelkên ku li cihê teqînê kombibûn, xwe teqand.
Di encama wan her du teqînan de 32 kesan jiyana ji dest dan û zêdeyî 90 kesên din birîndarbûn.
Nalîn Hesen
11:23:00
