Rojava News: Dezgeha xwarinê û çandiniyê (FAO)ya bi ser Netewên Yekbûyê duh di raportekê de eşkere kir ku 50% ji miletê Sûriyê birçiye.
Li gorî wê raportê, 13.6 melyon Sûrî birçîne ku 10 melyon di hindirê Sûriyê de ne û 3.5 Melyon li dervî welat in.
FAO di raoprta xwe sedema bilindbûna birçîbûnê vegerand rewşa ewlehî û şer û pevçûnên li wî welatî.
Herweha li welatê Yemenê jî 12 melyon birçîne ku ew jî rêjeya wan 50% ji hejmara neşteciyên wî welatî ne.
Nalîn Hesen
10:16:02
