Rewangeha Sûrî: Di sala 2015an de 73 hezar kuştî li Sûriyê çêbûn

Rewangeha Sûrî: Di sala 2015an de 73 hezar kuştî li Sûriyê çêbûn

RojavaNews:Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku di sala 2015an de ji ber berdewambûna kirîza Sûriyê, bêtirî 73 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin.

Herwiha rewangehê da zanîn ku ji nav leşkerên Rêjîma Sûriyê bêtirî 20 hezar leşker hatine kuştin, û ji sivîlan jî bêtirî 34 hezar kes hatine kuştin, û ji nav girûpên opozisyonê jî nêzîkî 12 hezar çekdar hatine kuştin.

Rewangehê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku demildest ji bo rawestandna rijandina xwînê li Sûriyê bigere û dosya Sûriyê ji bo dadgeha tawanên navdewletî li Lahay bê veguheztin.