Rojava News: Îro sibehî piraniyê wan zarok 8 termê ku di avê de xeniqîne xwe dan peravê bajarê Balikesirê yê Tirkiye yê.
Serê vê sibehî demjimêr li derdora 05.00an 22 koçberên Sûriyê ji navçeya Îzmîrê ya bi nave Dikili li belemê siwarbin ji bo xwe bighînin girava Mîdîlli ya bi ser Yûnanistanê.
Lê belê ji ber bahoz û pêlên avê belema lastikî noqî avê bû. Hat zanîn 8 termê ku piraniyê wan zarok bûn bi pêlên avê re xwe dane peravê Ayvalik ya bi ser Balikesîrê.
Zirevanê Peravê Tirkiyê yê 8 penaber rizgarkirin, û hêj lêgerînên rizgarkirinê didomê.
Şanaz Emin
