Li Medaya Xelk ji nêza dimrin

Li Medaya Xelk ji nêza dimrin

Rojava News: Xelkê bajarokê Medaya yê gundewarê Şamê ev şeş meh in ku di bin dorpêça Artêşa Esed û çekdarên Hizbullaha Libnanê de ne. Xelk li wir ji serma û nêza dimrin.

Riyek nema û xelkê Medaya pê bang li cîhanê û civaka navdewletî nekirine, da ku bi hewara zarokên wan ve biçin û wan ji vê karesatê rizgar bikin.

Hêzên Hikûmeta Esed hewl didan bajarokê Zebedanî yê nêzîkî Medaya ji destê hêzên dijbereyê derxînin, lê nikarîbû, lewma çekdarên Hizbullaha Libnanê Medaya dorpêç kirin da ku guvaşê li malbatên wan çekdarên dijbereyê yên li Zebedanê bikin, da ku bi mercên Esed razî bibin.

Çekdarên Dijbereyê neçar man bi mercên Esed razî bibin û şer rawestandin, da ku zarokên wan di bin dorpêçê de nemrin.

08:44:34