Rojava News: Duh rêxistina Qeter a xêrxwazî alîkariyên mirovahî gihandin nav penaberên Sûrî yên ku li Libnanê bi cih dibin.
Rêxistina navborî pirojeya xwe ya selikên xwarinê ,li ser 10 hezar penaber belav kir ,wek beşek ji pirojeya xwe ya berfereh ya li hewarçûna mirovahiyê bi alikariya rêxistinên geşepêdanê li Libnanê ,
da ku 1650 malbatên hejar ,di nav wan de penaberên Sûrî mefayê jê bigrin.
M.Raşid Elka,bî rêveberê hewarçûna Qeterê got:" Qeter pabende bi pêşkêşkirina alîkariyan ji bo penaberên Sûrî" .
Ev pêngav hat piştî banga netewên yekgirtî , sebaret çarçoveyên ku bi milyona ji penaberên Sûrî têde di jîn , û kêmbûna arîkariyên navdewletî ji penaberan re , û rêjeya wan di pirbûnê deye.
Rifat Haci
12:13:32
