Amerîka nexşeriya çareseriyê Sûriyeyê ji bo 19 mehan derxist!

Amerîka nexşeriya çareseriyê Sûriyeyê ji bo 19 mehan derxist!

Rojava News: Li gorî bernameya ku Washontonê ji bo nexşereya çareseriya aloziya Sûriyeyê derxistiye; di dawiya vê mehê ya berfanber de danûstandin destpê dikin û di dawiyaTebaxa 2017’an de jî hikumetek nû li Sûriyeyê tê avakirin.

Li gorî nuçeya daketiye ser malpera Ajansa Associated Press; Emêrîkayê, gavên Qonaxa Veguhezandinê ya 19 mehan li Sûriyeyê derxistiye.

Li gora bernameya ku li ser malpera Ajansa Associated Press cih girtiye , di dawiya vê mehê ya berfanberê de danûstandinên di navbera rejîm û dijbereyê de dest pê dikin.

Di meha Nîsanê de ji rejîm û dijbereya Sûriyê komîteyeke ewlekariyê ava dikin. Komîte efûya gîştî radighîne û girtiyên li gel herdu aliyan tên berdan. Piştre desteya Hikumeta Veguhezandinê tê avakirin.

Di meha Gulanê de Perlemantona Sûriyeyê (Meclîsa Gel a Sûriyeyê) betal dibe û yekser wê Meclîseke zagonsaz a demkî bê avakirin. Tê payinkirin ku Kongreya lihevanîn û avakirinê bê lidarxistin.

Di dema di navbera Hizêran û Kanûnê de destûra nû ya welat tê sazkirin. Di Çileya 2017’an de jî ev destûr dikeve dengdanê.

Adara 2017’an jî, dibê ku Beşar Esed û desteya nêzî wî ya di desthildariyê ji erka xwe bikevin û li vir Desteya Veguhezandinê bikevin tevgerê da karibin hemu peywirên rêvebirina welat bi kar bînin.

Herweha tê payinkirin ku di Tebaxa 2017’an de Hilbijartinên parlemento û serokatiya welat bê lidarixistin û hikumeteke nû bê avakirin.