Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê:Medaya ji mirinê rizgar bikin

Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê:Medaya ji mirinê rizgar bikin

5:10:02 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku biryara destêwerdana mirovî, ji bo Bajarokê Medaya ya Parêzgeha Gundewarên Şamê, bistîne.

Daxuyaniya hevpeymaniyê got ku divê alîkariyên mirovî bi awayekî lezgîn derbasî Medaya bibin, û got divê Encûmena Ewlekariyê rewşa niha ya Medaya û bajarên din ên dorpêçkirî gotûbêj bike û tiştê li ser erkê xwe bike.

Herwiha Hevpeymaniyê bang li Lutkeya Erebî kir ku  rêyên rakirina dorpêçê li ser Medaya gotûbêj bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Hevpeymaniyê bang li rêxistinên civaka navdewletî û dezgehên hewarçûnê, kir ku bi awayekî cidî alîkariya xelkê Sûriyê bikin.

Comerd Hemdoş