6:12:13 PM
RojavaNews: Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekê de, ragihand ku Rêjîma Sûriyê tenê li ser 10% ji daxwazên wan ji bo rakirina dorpêçê li ser bajar û bajarokên Sûriyê yên dorpêçkirî, erê kiriye ku alîkarî bigihin wan deverên dorpêçkirî.
Netewên Yekgirtî di daxuyaniya xwe de, eşkere kir ku rêjîm razî bûye ku alîkariyên mirovî tenê derbasî Bajarokê Medaya yê Parêzgeha Gundewarên Şamê, û El-Foa û Kifrya, bi bin û got niha ew amadekariyên şandina karwanên alîkariyan dikin ku di demeke nêzîk de bigihin deverên dropêçkirî.
Di derbarê rewşa Medaya de, Netewên Yekgirtî got ku xelk ji birçîna re dimire û yên hewl didin ji wê derê derkevin tên kuştin.
Herwiha Netewên Yekgirtî got ku di 5ê Çileya îsal de, agahî ketine destên wan ku kesekî 53 salî li Medaya ji birçîna re jiyana xwe ji dest daye ku hîn 5 kesên wî malbatê di rewşeke xirab de ne.
Netewên Yekgirtî daxwaz ji Rêjîma Sûriyê kir ku demildest alîkariyan derbasî wan deverên dorpêçkirî bike û rê li ber derketina sivîlan veke û got li seranserî Sûriyê 400 hezar kes li 15 deveran di din dorpêçê de ne.
Comerd Hemdoş
