6:12:50 PM
RojavaNews:Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry, ragihand ku Îranê tekez kiriye ku ti bandora têkçûna pêwendiyên wan bi Siûdiyê re li ser hrewlê navdewletî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, çênabe.
Kerry tekez kir ku herdu wezîrên derve yê Îran û Siûdiyê tekez kirin ku herdu welat dixwazin ku bandora kirîza pêwendiyên wan li ser hewlên diplomasî ji bo pêkanîna çareyeke siyasî li Sûriyê, çênebe.
Wezareta Derve ya Amerîka hewlên xwe yên dîplomasî bi Îran û Siûdiyê re berdewam kiribûn daku herdu welatên navbûrî li ser çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryarên navdewletî bixebitin, bi taybetî piştî ku pêwendiyên wan têk çûn.
