Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û şandekarê navdewletî yê bo karûbarên Sûriyê Steffan de Mistura gihayê Şamê.
Tê payinkirin ku; Steffan de Mistura li Şamê dê ligel rayedarên Hikûmeta Sûriyê bicive û behsa Kongreya Cinêv 3 bike, û tê çaverêkirin di 25ê vê mehê de bê lidarxsitin û têde çareserkirina kirîza Sûriyê bê gotûbêjkirin.
Serdana de Mistura ji bo Sûriyê wê rojekê berdewam be, û li gor zanyariyan dê di wê serdana xwe de, de Mestura behsa hevdîtinên xwe bi rayedarên Erebistana Siûdiyê û Îranê re jî bike û rayedarên Şamê ji encama wan hevdîtinan agahdar bike.
Berî serdana xwe bo Sûriyê Steffan de Mistura serdana Erebistana Siûdiyê kiribû û bi rayedarên Dijbereya Sûriyê û berpirsên Siûdiyê re hevdîtin kiribûn.
