Rojava News: Li bajarê Madaya li ser sînorê Lûbnanê û Sûriyê ku ji aliyê rejîma Sûriye û komên dijbereyê ve hatiye parvekirin, ji destpêka meha berfenbarê ve di aliyê pêdiviyên mirovî ve qeyraneke mezin jiyandike.
Li gorî saziyên alîkariyê yên navneteweyî, di nava meha dawî de herî kêm 23 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane.
Li bajarê Madayê bi qasî 40 hezar mirov dijîn, û hemû nişteciyên wê pirsgirêka pêdiviyên mirovî wek xwarin û avê jiyan dikin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF)ê tenê div ê meha dawî de , de herî kêm 23 kesan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Li gor hemen daxuyaniyê jî 6 wan kesan bebîkê biçûkin.
Ji rêveberên MSF'ê Brîce de le Vîngne diyar kir ku li bajarê Madayê 13 ji kesan jî dema hewl didan ji bajêr birevin an mayin bi wan ve teqiyaye an jî tuşî guleyên nişangirên rejimê hatine û jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li Madayayê hejmara mirovên ku naçarin û pêdiviyan wa bilez bi alîkariyê heye, 40 hezarin.
