Tirkiyê: Pasa rewiyên koçber wergeriya 7 kes mirin

Tirkiyê: Pasa rewiyên koçber wergeriya 7 kes mirin

Rojava News: Li Tirkiyê li navçeya Havran ya bi se bajarê Balikesirê pasa ku rewiyên wê koçber bûn wergeriya 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 7 jê rewşa wan xetere bi giştî 42 kes jî birîndarbûn.

 

Îro (2016-01-09) berê sibehî demjimêr li derdora  03.00 pasa ku rewiyê wê bi giştî koçberbûn li navçeya Havranê şûna  Amasçakiri wergeriya. Rewiyên pasê bi giştî ji koçberên ku ji ber şer û pevçûnên welatê xwe reviyane Tirkiyê  û dixwazin xwe bighînin welatê Ewropayê bûne.

 

Hat zanîn pas bi sedema zêde lezkirinê wergeriyaye û 7 koçberên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dane 7 jê birîna wan xetere bi giştî 42 kes jî birîndarbûne.

 

Piştî ku hêzên cendirmeyê Tirkiye gihane cihê buyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Balikesîrê, Havran û Edremîtê.

 

Herweha ajokerê pasê jî hatin binçavkirin.

 

Şêva Pêşemmê jî Pasa rewiyê koçberan li ser heman reyê li otomobîlekê qelibî û 4 koçberê Sûriyê jiyana xwe ji dest dan 30 kes jî birîndar bûn.

Şanaz Emin