4:55:41 PM
RojavaNews: Berdevkê Xaça Sor a Navdewletî, Pawl Kirzîsyak, ragihand ku piştî ku Rêjîma Sûriyê, Roja Pêncşema bûrî, razî bû ku alîkarî derbasî Medaya bibin, biryar heya roja Yekşemê alîkarî bigihin xelkê Medaya yên ku ji aliyê rêjîm û milîşên Hizbulaha Lubnanî ve dorpêçkirî ne.
Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Bijîşkên bê Sînor ragihand ku 23 kes ji Medaya di navendên wan de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane, lê li gorî xelkê wê derê, hejmara kesên ji ber nexweşî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane gihaye 35 kesan û di nava wan de 8 zarok hene.
Rêxistina navbûrî daxwaz kir ku alîkarî derbasî Medaya bibin û sivîl û nexweş karibin jê derkevin.
