Idlib.. di êrîşek Rûsî de 150 welatî bûne qurbanî

Idlib.. di êrîşek Rûsî de 150 welatî bûne qurbanî

Rojava News: Di encama êrîşek asmanî ya balafirên şer ên Rûsya de bo ser bajarokê Meret Elnaman ser bi parêzgeha Idlibê ve li bakurê Sûriyê 74 kesî jiyana xwe ji dest da û 100 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zaniyariyên ku ji karmendên Berevaniya Şaristanî yê wî bajarokî hatine wergirtin, di wê êrîşê de ku duh 9 Çile pêk hatiye li ser bajar û taxên di bin deselata Bereya Elnusra de bûn, 47 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne, bêhtirên wan kesan jî xelkên sivîlin.”

Herwiha piştî vê êrîşê hate zanîn ku ziyanekî mezin gihştiye wê deverê, karmrndê Berevaniya Şaristanî jî piştî ku êrîş bidawî bûye mijûlî rizgarkirina birîndar û termê kuştiyan ji bin xaniyên rûxandî ne.

10:40:08