Navçeyeke Sûriyê bûye mîna “Londonê”

Navçeyeke Sûriyê bûye mîna “Londonê”

Rojava News: Li yek ji bajarên ser bi parêzgeha Helebê ve, sedan çekdarên DAIŞê yên biyanî bicih bûne.

Li gor raporeke rojnameya “Sunday Telegraf” ku daketiye ser malpera K24ê, bajarê Minbic ê ser bi parêzgeha Helebê ve, bûye wargeha çekdarên biyanî yên DAIŞê.

Di raporê de li ser zarê welatiyên navçeyê hatiye belavkirin ku, li Minbicê 100 çekdarên Brîtanî û 700 çekdarên din ên biyanî hene.

Bajarê Minbicê tenê 30 KM ji sînorê Tirkiyê dûr e, ji aliyê xizmetguzariyan ve hejar e, tenê rêveberiya potsê, girîtgehek û 4 aş lê hene.

Sunday Telegraf tekez kiriye jî ku, praniya çekdarên li Minbicê ji paytexta Brîtanya, Londonê ne.

Ji bilî çekdarên Brîtanî, çekdarên Elmanî, Fransî, Siûdî û Cezairî jî yên tevlî DAIŞê bûne hene.