4:28:43 PM
RojavaNews: Dijberê Sûrî û endamê Kongreya Siûdiyê, Emar El-Qurebî, ragihand ku ew bi gotûbêjên bi rêjîmê re ku biryar e di dawiya vê mehê de despê bikin, ne geşbîne û bi ser nakevin û ew tenê derbaskirina demê ye.
Herwiha Qurebî got ku gotûbêjin bi rêjîma Sûriyê re wê wek cinêv 1 bin, ji ber ku rêjîm bi ti rêkeftinana pabend nabe.
Herwiha Qurebî da nîşan ku heya gotûbêjên cinêv 3 bi serkevin, divê berî her tiştî girtiyan serbest berde da ku bide xuyakirin ku ew çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re dixwaze.
Qurebî rexne li civaka Navdewletî kir û got ku Civaka Navdewletî jî gavên bê baweriyê jî weke rêjîmê neavêtine ku ew gotûbêj bi serkevin.
Comerd Hemdoş
