5:55:20 PM
RojavaNews: Berdevka Serokwezîrê Berîtanya ragihand ku welatê di nav Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, çend navendên DAIŞê li Reqayê armanc kirin.
Herwiha navbûrî da zanîn ku balafirên Berîtanya çend kamyon, tûnêl û zeviyeke petrolê yên DAIŞê li Reqayê armanc kirin.
Weke yekem car jî, Berîtanya ragihand ku wan mûşekên Brimstone ya li dijî tankan li Sûriyê belav kirine ku ew mûşek dikarin armancên xwe bi dîqet pêk bînin û li gorî berdevka serokwezîrê Berîtanya ew mûşek wê bibin sedem ku şerê li dijî DAIŞê xurtir bibe û zivîl bêtir neyên armanckirin.
Comerd Hemdoş
