Alîkarî digihin Medyaya û 300 kes jê derdikeve

Alîkarî digihin Medyaya û 300 kes jê derdikeve

5:13:58 PM

RojavaNews; Jêderên li Bajarokê Medaya yê Parêzgeha Gundewarên Şamê, ku bêtirî 7 mehan e ji aliyê Rêjîma sûriyê ve dorpêçkirî ye, ragihandin ku 44 kamyonên alîkaiyê gihan Medaya, ku di nav wan de 11 kamyon yên pêdiviyên bijîşkî, û 10 kamyonên betanî û 23 kamyonên xwarinê hebûn.

Li aliyekî din jî, 300 sivîl ku li Medaya dorpêçkirî bûn, ji wê derê hatin derxistin, lê li gorî jêderan, hîn bêtirî 400 nexweş li Medaya hene ku divê ji wir werin derxistin da ku werin dermankirin.

Herwiha, 21 kamyonên alîkariyê gihan herdu bajarokên Kifreya û El-Foa yên dorpêçkirî.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan jî ragihand ku 5 kamyonên alîkariyên ku biryar bû bigihin Medaye winda ne .