Hevpeymanan 23 êrîş li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyê pêk anîn

Hevpeymanan 23 êrîş li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyê pêk anîn

6:38:40 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, ragihand ku balafirên wan di roja bûrî de, 23 navendên DAIŞê li Sûriyê û Îraqê armanc kirin.

Herwiha hevpeymaniyê, bêyî ku deverên hatine bombebarankirin eşkere bike, got ku li Sûriyê 4 êrîş li ser navendên DAIŞê li 3ê bajaran hatin pêkanîn.

Di encama wan êrîşan de, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û yekîneyeke teknîkî û 2 avahiyên DAIŞê hatin têkbirin.

Herwiha li Îraqê jî, hevpeymanan 19 êrîşên esmanî li 9 bajaran li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn, ku di encamê de hin navendên DAIŞê weke navenda birêvebirinê û otombêlên wan, hatin têkbirin.