Balfirên Rûsî gundewarên Ezaz û Babê bombebaran dikin

Balfirên Rûsî gundewarên Ezaz û Babê bombebaran dikin

4:56:20 PM

RojavaNews: Balafirên Rûsî çend navendên girûpên Îslamî li gundewarê Ezazê, a li bakurê Helebê, bomberan kirin.

Li gorî jêderên ji Bajarê Efrînê, duh Roja Sêşemê, balafirên Rûsî çend êrîşên esmanî navendên wan girûpên Îslamî li derdora gundên Malkiyê, Şiwarxe, Merenaz û Balafirxaneya Minixê ya leşkerî, pêk anîn, ku dengê bombebaranê digiha Efrînê.

Herwiha Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, ragihand ku balafirên Rûsî çend êrîşên esmanî li Devera Babê a gundewarên Helebê, ku niha di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye, pêk anîn.

Rewangehê da zanîn ku di encama wan êrîşan de, kuştî û birîndar di nav sivîlan de çêbûn, ku malbetek bi temamî ji ber bombebarana balafirên Rûsî hat kuştin.