6:17:26 PM
Rojavanews: Berdevka Xaça Sor a navdewletî, piştî serdana bajarokê Medaya û belavkirina alîkariyên mirovî li ser xelkê wê derê, ragihand ku rewşa xelkê li Medaya gelekî zehmet û metirsîdar e.
Dîbe Fexir, got ku rewşa nexweşan jî, ji ber birçîbûnê, pir metirsîdar û dijwar e, ku hin hene ji 5 rojan ve tiştek neketiye zikê wan û li ber mirinê ne.
Fexir tekez kir ku di serdana wê de ji Medaya re, wê ti kesekî sax nedît û rewşa hemûyan nexweş bû, û got ku jin, mêr, pîr û zarok di rewşeke xirab de ne, ku hin hene ji 4 mehan ve xwarin nexwarine.
Herwiha Fexir da zanîn ku biryar e roja Pêncşema bê, alîkariyên zêdetir derbasî Medaya bibin û banga rakirina dorpêçê li ser tevahiya bajar û bajarokên Sûriyê kir.
Fexir tekez kir ku hevdîtinên derxistina nexweşan ji Medaya berdewam in.
