Tirkiye derbarê koçberên Sûriyê de biryarek nû da

Tirkiye derbarê koçberên Sûriyê de biryarek nû da

Rojava News:  Hikumeta Tirkiyê biryareke nû di derbarê destûra karkirinê de ji bo koçberên Sûriyê derdixîne.

Li gor wê biryarê, êdî koçber dikarin bi fermî li Tirkiyê kar bikin, lê bi mercê ku hejmara wan neghêje ji sedî 10 ji rêjeya giştî ya karkerên Tirkiyê.

Ev biryar ji aliyê wezareta kar û garantiya civakî ve hatiye erêkirin û Encûmena Wezêran li ser gotobêj kir û dê di çend rojên bê de, naveroka vê biryarê bi temamî were belav kirin.

Wê zêdetirî 2 milyon û 411 hezar koçberên Sûriyê sûdê ji vê biryarê wergirin û heta niha tenê 7 hezar û 351 koçber destûra kar bi fermî wergirtine û nêzîkî 500 hezar koçber jî bi ne yasayî li seranserê Tirkiyê kar dikin.

Biryara nû ya hikumeta Tirkiyê di demekê de ye, koçber ji gerntiya civakî têne mehrûm kirin, herweha bi mûçeyeke kêm kar dikin û têne îstixlal kirin.