Rojava News: Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyeyê Gennady Gatîlov Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra weke rêxistinên “terorîst” bi nav kir û got tu cihê komên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra di lîsteya dijbereya Sûriyê de tunneye.
Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyeyê Gennady Gatîlov diyar kir ku wan di hevdîtina bi Yekîtiya Ewropayê re gotine ku rêxistinên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra yê qebul nakin di lîsteya dijbereyê ya ji bo Cenever-3 de bin û got “Em wa rêxistina wekû terorist dibînin” em ê tevlêbûna wan qebûl nekin”.
Duh Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiyeyê Gennady Gatîlov û bi şandeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD0 re civiyabû û ji hevdîtinê nêrîna ku divê hemu aliyên ku temsîla gelê Sûriyeyê dikin bi awakî hevseng û wekhev li ser maseya civîna Cenêv-3 amade bin, da ku aloziya Sûriyeyê bê çareserkirin, derketibû.
