Obama û Potîn rewşa Sûriyê gotûbêj dikin

Obama û Potîn rewşa Sûriyê gotûbêj dikin

5:08:44 PM

RojavaNews: Herdu serokên Amerîka û Rûsya, di pêwendiyeke telefonî de, behsa rewşa kirîza Sûriyê û hewlên çareserkirina wê kirîzê kirin.

Herwiha herdu aliyan behsa piştgiriya Netewên Yekgirtî ji bo lidarxistina Jenev 3 kirin ku li gorî biryara Netewên Yekgirtî ya hejmar 2254, ku di navbera herdu aliyên opozisyon û rêjîmê de gotûbêj despê bikin da ku qunaxa veguhêz despê bike û kirîza wî welatî bidawî were.

Serokê Rûsya, Potîn, ji aliyê xwe ve, got divê hevpeymaniyeke berfireh li dijî DAIŞê were avakirin û lîsteyeke bi navê girûp û rêxistinên terorîstî li Sûriyê were amadekirin.