Serkozî: Bila hêzeke bejayî ya ereb destêwerdanê li Sûriyê bike

Serkozî: Bila hêzeke bejayî ya ereb destêwerdanê li Sûriyê bike

5:15:40 PM

RojavaNews: Serokê berê yê Fransa, Nîkola Serkozî, got divê hêzeke bejayî ya ereb destêwerdanê di Sûriyê de bike, ji ber ku êrîşên esmanî bi tenê wan rêxistinên terorîstî jinav nabe.

 Serkozî, di gotareke xwe de li Navenda Lêkolîn û Xwendinên Stratîjî li Ebû Zebî, got divê hêzeke bejayî di Sûriyê de testêwerdanê bike û nabe ji bilî hêzên ereb wê yekê bikin. Navbûrî berya niha jî banga avakirina hevpeymaniyeke ereb kiribû ku destêwerdanê di Sûriyê de bikin û civaka navdewletî jî piştgiriya wê bike.

Herwiha Serkozî rewşa heyî li navçeyê, weke Şerê Cîhanê yê Sêyem binav kir û got eger teror neyê jinavbirin, şerê heyî jî bidawî nayê.