Li Şêx Meqsûd Şerûpevûn berdewam in û Balafirên Rûsî gundewarên Helebê bombebaran dikin

Li Şêx Meqsûd Şerûpevûn berdewam in û Balafirên Rûsî gundewarên Helebê bombebaran dikin

4:32:03 PM

RojavaNews: Careke din di navbera çekdarên YPG û girûpên Îslamî bi taybetî çekdarên Lîwa Ehrar Sûriye, li Taxa Şêx Meqsûd a Helebeê, ku pirniya nişteciyên wê kurd in, şerûpevçûn derketin.

Di encama wan şerûpevçûnan de, çend çekdarên îslamî hatin kuştin, ku bûye nêzîkî 2 mehan, şer li taxa navbûrî berdewam e, ku di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûne, ji bilî ziyanên ku gihana malên xelkê.

Li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan jî, balafirên Rûsî çend êrîşên esmanî li gundewarên Helebê pêk anîn, ku balafirên Rûsî, bajar û gundewarên Ezazê bombebaran, herwiha bajarokê Dêr Cimêl û nêzîkî sînorê rojhilatê Efrînê bi Ezazê re bombebaran kirin ku berdewam şer li aliyê rojhilatê Efrînê di navbera çekdarên Ceyş El-Siwara bi ser çekdarên PYD ve û çekdarên girûpên Îslamî de, şer derdikeve û balafirên Rûsî navendên girûpên Îslamî bombebaran dikin.