Amerîka û Rûsya: Jenev 3 di bê merc û dema xwe de tê lidarxistin

Amerîka û Rûsya: Jenev 3 di bê merc û dema xwe de tê lidarxistin

4:47:14 PM

RojavaNews: Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku herdu welatên Amerîka û Rûsya li ser lidarxistina gotûbêjên Jenev 3 di dema xwe de û bê merc, lihev kirine.

Herwiha wezaretê got ku herdu aliyan li ser piştevaniya hewlên Netewên Yekgritî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, tekez kirin, ku li ser bingeha biryara wê ya hejmar 2254 ya derbarê despêkirina gotûbêjan û desteya hikumdar a veguhêz li Sûriyê ye.

 

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Bilind a Gotûbêjan a Opozisyonê, Riyad Hicab, ragihand ku Rûsya guvaşan li ser wan dike, û got divê rêjîma Sûriyê berî lidarxistina Jenev 3, pêbaweriyê nîşan bide û girtiyan jî serbest berde.

 

Kremlênê jî ji aliyê xwe ve, ragihand ku serokê Rûsya û Şahê Urdonê, di pêwendiyeke telefonî de, behsa kirîza Sûriyê kirin û li ser pitşevaniya hewlên Netewên Yekgitî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, tekez kirin.