5:40:52 PM
RojavaNews: Wezîrê Derve yê Berîtanya, Fîlîp Hamond, di daxuyaniyekê de, ragihand ku welatê wî wê piştî çûna Esed ji Desthelatê, di nûavakirina Sûriyê de bi qasî milyarek Cinêh Isterlînî( nêzîkî 1.43 milyar Dolar dike) beşdar dibe.
Hamond di kongryeke rojnamevanî de bi Wezîrê derve yê Tirkiyê re, Mewlûd Çawûşoglu, re piştî lidarxistina “Kongreya balyozan “ a 8an li Enqerê, helwesta welatê xwe di derbarê çûna Esed ji desthelatê, tekez kir û got divê hikûmeteke veguhêz, piştî gotûbêjên Jenev 3, were avakirin.
Herwiha Hamond got ku welatê wî û Tirkiyê di gelek waran de, karên hevbeş pêk anîne, û ew weke “gelek girîng ji ewlehiya herdu welatan re û ji welatên navçeyê re” bi nav kir, bi taybetî hevakriya wan di başkirina rewşa mirovî li Sûriyê.
