Xaça sor:16 hezar Sûrî li ser sînorê bi Urdonê re asê mane

Xaça sor:16 hezar Sûrî li ser sînorê bi Urdonê re asê mane

4:27:58 PM

RojavaNews: Berdevka Xaça Sor a Urdonê, Hela Şimlawî, ragihand ku 16 hezar Sûrî li ser sînorê bi Urdonê re asê mane û piraniya wan jin, zarok û pîr in û gelek nexweş jî di nav wan de hene.

Herwiha navbûrî ragihand ku ew bi hikûmeta Urdonê re berdewam di pêwendiyan de ne da ku kesên rewşa wan pir xirab bûye zû derbasî Urdonê bêkirin, bi taybetî jinên ducanî û kesên nixweşiya wan giran bûye.

Herwiha  Xaça sor tekez kir ku alîa riyên mirovî li ser wan 16 sûrî yên ku li herdu deverên Rikban û Hedlat yên sînorî asê mane, belav dike.