4:37:11 PM
RojavaNews: Rêxistina UNICEF ya Netewên yekgirtî di daxuyaniyekê de ragihand ku endamekî wan di dema belavkirina alîkariyên mirovî de li Medaya, bi çavên xwe dît ku zarokekî 6 salî ji nêza re û ji ber bedbûna rewşa wî ya xwarinê, jiyana xwe ji dest da.
Herwiha rêxistinê tekez kir ku gelek rêxistinên hewarçûnê û bijîşkan, mirina bi dehan kesan ji nêza re piştrast kirine û got ji 25 zarokên di bin 6 saliyê re ku wan dîtine, 22 zarok rewşa wan xirab derketiye.
