Derêzorê: Hêjmara kuştiyan giha 135 kesan!

Derêzorê: Hêjmara kuştiyan giha 135 kesan!

Rojava News: Hejmara kuştiyên êrişa DAIŞê li ser bajarê Dêra Zorê yê Sûriyê gihîştiye 135 kesan, hat zanîn 100 kes bêtir yê sivîlin.

Çekdarên DAIŞ’ê li taxa El-Hiwêqa ya bajarê Dêra Zorê yê Sûriyeyê bi otomobîleke bombebarkirî êrîşî hêzên rêjîmê kirin. Di encama êrîşa xwekujî de ji hêzên rêjîmê 35 kes hatin kuştin.

Rawangeha Çavderiya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de belavkiriye ku; ji dohî di teqîn û pevçunê deverê de bi giştî 135 kes hatine kuştin 35 ji wan hêzên leşkerî yê bi ser rejima Esadin û yê din jî hemû sivilîn. 

Hat zanîn piştî teqînê çekdarên DAİŞê ketin devera El-Bexîliyê kû berê dibin kontrola rejima Esad de bû.

Li hin taxên bajêr û derdora bajar hina di navbera Hêzên bi ser rejimê û çekdarên DAİŞê de şer û pevçûn berdewame.