Cendirmeyên Tirkiyê endamê berê yê Îtlafa Sûriyê kuştin

Cendirmeyên Tirkiyê endamê berê yê Îtlafa Sûriyê kuştin

Rojava News: Duh li ser sinorê dinavbera Sûriyê û Tirkiyê de, cendirmeyên Tirkiyê gulle berdan endamê berê yê Îtlafa Sûriyê Emar Elkilot  û di encam de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî hin malprên dijberiya Sûrî, di dema ku Emar Elkilot hewil dide ku bi neyasayî ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bibe rastî guleyên Cendirmeyên Tirkiyê hat, û jiber giranbûna birînên wî jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn ku ev cara yekem ku Cendirmeyên Tirk, berpirsên dijberiya Sûrî dikin armanc.

Emar Elkilot endamê berê yê Îtlafa Sûriyê bû, herweha nûnerê desteya leşkerî ya dijberiyê li Dêrazorê bû.

Nalîn Hesen

13:11:22