Rojava News: Balafirên şer yên Rûsî doh li Helebê êrîşî cihê bazarê û navenda tenduristiyê kirin, di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên rayedarên parastina sivîl ên li bajêr balafirên şer yên Rûsî li Taxa Sûkeriyê ya ku di bin kontrola dijbereyên Sûriyê de ye cihê bazarê û navenda tenduristiyê bombebaran kir. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Rayedaran dan zanîn ku ekîbên tenduristiyê û welatiyên li hawirdor birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê.
Li malên li cihê êrîşê ziyanên mezin çêbûne, gelek jî otomobîlê xelkê sivîl hatine têkbirin.
