4:55:29 PM
RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku şerûpevçûnên li herdu gundên Dûdiyan û Kire yên Devera Babê, di navbera çekdarên Îslamî û çekdarên DAIŞê de berdewam in.
Herwiha rewangehê got ku li gundewarên Ezazê û li nêzîkî sînorê rojhilatê Efrînê, şerûpevçûn di navbera çekdarên Îslamî û çekdarên Ceyş El-Siwar a bi ser PYD ve berdewam din, ku di encamê de 2 çekdarên Ceyş El-Siwar hatin kuştin.
Li aliyekî din jî, xelkê gundên Efrînê ku gundên wan nêzîkî cihê şer in, ragihand ku berdewam dengê şerûepevçûnan tê bihîstin, û ew jî metirsiyeke zêde li cem wan çêdike.
