Rojava News: Mala ku nav lê tê kirin (mala pereyên Mislimanan) ya bi ser rêxistina terorîstî ya bi nave DAIŞê ragihand ku wan muçeyên çekdarên xwe bi rêjeya 50% li Reqeya kêm kirine.
rojnameya Independent ya Birîtanî belgeyek belav kiriye ku di wê belgeyê de DAIŞê biryara kêmkirina muçeyên çekdarên xwe stendiye
DAIŞê di belgeyê de wisa nivîsandiye:" Ji ber rewşa awerta ya ku rêxistina navborî têde derbas dibe, biryar hate stendin ku muçeyên çekdaran bi rêjeya 50 % kêm bibe, lê belavkirina xwerinê wê her mehê du caran berdewam bike wekî berê".
10:44:41
