4:46:35 PM
RojavaNews: Sibe Roja Çarşemê, her 7 wezîrên bervaniyê yên welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî de ya li dijî DAIŞê, li Parîsê, di derbarê xurtkirina êrîşan li dijî DAIŞê li Sûriyê û Îraqê, dicivin.
Jêderek ji Wezareta Berevaniyê ya Fransa, ragihand ku civîn behsa karîna hêzên li ser erdê, di derbarê kontrolkirina deverên bin destên DAIŞê de, bike.
Herwiha fermandarê operasyonan di desteya Erkana Fransa de, jî ragihand ku stratîjiya hevpeymaniyê di şerê li dijî DAIŞê de gelekî lawaz e bi taybetî di warê bicîkirinê de.
Piştî êrîşên xwekujî ku li Parîsê hatibûn encamdan, hevpaymaniyê êrîşên xwe li dijî çekdrên DAIŞê li Sûriyê û Îraqê zêdetir kirin.
