Tirkiyê: DAIŞê rokêtên katyoşa avêtibûn

Tirkiyê: DAIŞê rokêtên katyoşa avêtibûn

4:56:51 PM

RojavaNews: Waliyê Kilisê yê Kurdistana Tirkiyê, Silêman Tapsiz, ragihand ku rokêtên ku Bajarê Kilisê armanc kiribûn, ji deverên bin kontrola DAIŞê de li Sûriyê, hatibûn avêtin, ku 20 km dûr bû.

Herwiha Tapsiz got ku Artêşa welatê wî bi 54 topan cihên ku rokêtên katyoşa jê hatibûn avêtin, topbaran kirin û bi temamî têk birin.

Tapsiz da nîşan ku ji ber wan şerûpevçûnên li gundewarên Ezazê û Devera Babê, yên di navbera çekdrên Îslamî û çekdrên DAIŞê de, ew rokêtên katoyşa Kilis armanc kiribûn.

Duh Roja Duşemê, 3 rokêtên katyoşa li Kilisê ketibûn ,ku 2 ji wan li cihekî vala ketibûn û ya din jî li meydana dibistanekê ketibû, ku di encamê de karmendeke dibistanê jiyana xwe ji dest dabû û 4 kesên din jî birîndar bibûn ku di nav wan de şagirtek hebû.