6:54:59 PM
RojavaNews: Dijberê Sûrî û endamê Kogreya Riyad, Mîşêl Kîlo, ragihand ku bi lidarxitina Jenev 3 negeşbîn e û got ew kongre lidar nakeve û eger lidar bikeve jî wê tenê roniştinek yan du roniştin bin, ne zêde.
Herwiha Kîlo got ku gelek guvaş li ser Desteya Bilind a Gotûbêjan ya Opozosyonê, tê kirin da ku tevlî wan gotûbêjan bibe, û got Desteya Navbûrî dilê wê ji wê kongreyê sar bûye.
Kîlo tekez kir ku Rêjîm dixwaze li ser avakirina hikûmeteke nû û danîna destûreke nû gotûbêjan bike û tenê opozisyonê ji wê yek agahdar bike, ji ber ku li gorî navbûrî, Rêjîm dixwaze Esed bi rêya Parlemantoyê were hilbijartin , ne bi rêya dengdanê ji aliyê gel ve.
Di derbarê destêwerdana Rûsî li Sûriyê de, Kîlo got ku ew yek wê heya 20 salên din jî dirêj bike da ku Rûsya erka xwe li Sûriyê bidawî bike.
Di derbarê egerên destêwerdana di Sûriyê de, Kîlo got ku ji ber pirsgirêkên hindir yên welatên navçeyên, tevî tundbûna helwesta wan li ser rêjîmê, ew nikarin titekî bi wî awayî bikin.
Kîlo got li şûn ku destêwerddaneke rasterast di Sûriyê de were kirin, welatên navçeyê dikarin piştgiriya Girûpên opozisyonê bikin û çekên zêdetir bidin wan.
