Rojava News: Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku, 11 kes bi Şewba Berazan mirine, 107 jî bi nexweşiya berazane.
Li gorî zanyariyên daketine ser malperên nêzîkî rejima Sûriyê, berî niha bi çar meha di meha Îlonê de 27 kes bi sedema şewba beraza rakirine nexweşxaneyê û ji wan 11 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gor ku hatiye diyarkirin, nexweşiya Şewba Berazan li tevaya parêzgehên Sûriyê hatiye tomarkirin.
09:30:01
