Tirkiyê: Penaberê Sûriyê wê ne kêmî 1300 lîre bigrin!

Tirkiyê: Penaberê Sûriyê wê ne kêmî 1300 lîre bigrin!

Rojava News: Li Tirkiyê penaberê Sûriyê ku derfeta karkirinê bi wan hatiye dayîn li gorî biryarnameyeke nuh ya di derbarê penaberê demkî de hatiye pesendkirin, li şûnê kargeha wê ne kêmî 1300 lîreyê Tirkiyê werbigrin.

Di civîna wezîranê Tirkiyê de biryarnameya di derbarê penaberê Sûriyê de ku, ji niha pê de karin kar bikin hat pesendkirin û li gorî wê yekê  hemû mafê wan bi qanûnî tê parastin. Her penaberekî Sûrî ku bixwazê karbikê pêwiste ji wezareta navxwe heviya parastî bigrê da karibê derfeta kar bi dest bixê.

Di wê derbarê de Serokê Komisyona Parastina Netewayê Tirkiyê Parlementerê AK Partiyê Huseyin Şahîn di daxuyaniyeke ragihandinê de got; Pirsgirêkên

kêsên biyanî ku li Tirkiyê niştecînê bi şewayekî fermî li gor qanûna “bi cîh kirina biyaniyan tê çareserkirin.

Herweha Şahîn got; Penaberê ku ji Sûriyê ji ber şer reviyane û hatine Tirkiyeyê dibin hin rewşê diyarkirî de wê karibin kar bikin.

Hûseyin Şahin got; Li Tirkiye ew penaberê ku mafê parastina demkî wergirtine  û 6 meh di sere derbasbûne, Karin bi fermî serî li “dezgehên lê gerina kar û lêgerina Karker”an bidin, lê belê di her dezgehekê de wê ne zedetirbin ji %10an.

Herweha wê ew kesên penaberê Sûriyê ku di kargeha de kardikin weke karmendekî Tirk xwedî hemû mafê tendurîstî ewlehî, û komelgehî bin.