Derdora 9 hezar sivîlî bûne qurbaniyên êrîşên Rûsî û rêjîmê li Sûriyê

Derdora 9 hezar sivîlî bûne qurbaniyên êrîşên Rûsî û rêjîmê li Sûriyê

Rojava News: Rawengeha Sûriyê ya  Mafên Mirovan di raoprtekê belge kiriye ku di heyama 15 mehan de, ji 20 Mjidara sala 2014an ta 20 Rêbendana Îsal , bi kêmanî 45865 êrîş li Sûriyê ji aliyê Rêjîmê ve pêk hatine.

Li gorî rewangehê ew êrîş, li her yek ji Şamê, Gundewarên Şamê, Heleb, Hesekê, Hema, Deraa, Laziqiyê, Siweyde, Himis, Qunytire, Dêrazorê û Îdilbê hatine encamdan.

Herweha Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ku navenda wê li Londin e kariya belge bike ku hejmara qurbaniyên wan êrîşên rêjîma Esed li ser wan bajaran bi giştî 7677 sivîlin, ku di nava wan de 1622 zarok in , 1078 jin in, û 4977 zilam in, herweha hejmara birîndaran jî derdora 39 hezar sivîlî derbas kiriye.

Ji bilî hejmara kuştiyên sivîl, hejmara kesên çekdar yên ku di encama êrîşên Rêjîmê de hatine kuştin geheşte 4007 çekdarî.

Rewangehê di beşkî din de ji wê raportê hejmara qurbaniyên êrîşên Rûsî li Sûriyê eşkere kir ku ew jî 1015 sivîl bûn, 238 ji wan zarok bûn, 137 jin bûn û 640 zilam.

Rewangeha navbûrî di dawiya wê raportekê de dibêje em di rêya van raoprtên xwe de hewil didin ku êş û azarên miletê Sûriyê bighînin civata navdewletî ta ku çareseriyekê li wî welatî bibînin û şer rawestînin.

Nalîn Hesen

09:56:03