Rojava News: Li Batmanê Bakûrê Kurdistanê jineke Sûri ji aliyê hin kesên nenas ve di mal de hate kêrdan û jiyana xwe jii dest da.
Li taxa Aydınlıkevler ya Batmanê jin a temen 63 salî û dayika 3 zaroka ye Fahriye Xelîl di mala xwe de ji aliyê hin kesên nenas ve hate kêrdan û encam de jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ew buye mehekê mala xwe anîne wê taxa.
Li gorî Nişteciyê taxê Fahriye Xelîl bi sedema diziyê rastî wê êrîşê hatiye.
Polîsê deverê di derbarê buyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
