Rapor: Tirkiyê amadekariyên destêwerdanekê di Cerablusê de dike

Rapor: Tirkiyê amadekariyên destêwerdanekê di Cerablusê de dike

6:44:15 PM

RojavaNews: Rojnameya El-Şerq El-Ewset, di raporekê de ragihand ku Tirkiyê amadekariyên operasyoneke leşkerî li Cerablusê dike, ku ew bajar niha di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Herwiha rojnameyê , got ku şandina alavên paqijkirina mayînan, despêkeke ji bo ’ tiştekî mestir û firehtir ’ e .

Herwiha rojnameyê li ser zimanê parlemantarê AK Partiyê, Fewzîcan Birdî, ragihand ku Tirkiyê amadekariyên operasyonekê li Cerablusê dike, ji ber ku ew şerê terorê dike û ew amade ye her tiştî ji bo parastina ewlekariya welatiyên Tirkiyê bike.

Tevgera li ser sînorê Cerablusê, di wê demê de tê ku Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka, Aşton Kater, li Parîsê ragihand ku Tirkiyê di nav Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de, dikare karên bêtir bike, û got  ku tundkirina rewşa li ser sînorê bi Sûriyê re gelekî girîng e, lê di heman demê de ji ber dirêjbûna wê, gelekî zehmet e.