Kerry bi şandeke opozisyona Sûriyê re dicive

Kerry bi şandeke opozisyona Sûriyê re dicive

4:24:32 PM

RojavaNews: Cîgirê serokê şanda danûstandinkar a opozisyonê, Corc Sebra, ragihand ku sibe Roja Şemiyê, Wezîrê Dever yê Amerîka, John Kerry, bi şandeke opozisyonê, ya Encûmena Niştimanî ya Sûrî, re dicive.

Herwiha Sebra got ku wê di wê civînê de behsa wan hewlên di derbarê endamên şanda opozisyonê ku wê di Jenev 3 de beşdar bin, were kirin.

Sebra got ku divê berî despêkirina gotûbêjan, rêjîma sûriyê  dorpêçê li bajar  û bajarokan rake û Rûsya jî bombebarankirina sivîlan rawestîne.