Karter: Hêza bejayî di stratîjiya Hevpeymaniyê de ye

Karter: Hêza bejayî di stratîjiya Hevpeymaniyê de ye

5:34:36 PM

RojavaNews: Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka, Aşton Karter, di daxuyaniyekê de ji telefizyona CNBC re, ragihand ku bikaranîna hêja bejayî di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê û Îraqê beşek ji stratîjiya Hevpeymaniya Navdewletî ye.

Herwiha Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Adil Cubêr, jî ragihand ku welatê wî dikare gotûbêjan li ser bikaranîna hêza bejayî li Sûriyê bike, û got heya rêjîma Sûriyê neyê ruxandin, DAIŞ jî nayê jinavbirin.

Herwiha Cuber di hevpeyvîneke xwe de bi Telefizyona CNN a amerîkî re, got ” em dikarin êrîşên esmanî li dijî DAIŞê pêk bînin, û em wê yekê jî dikin, û em dikarin di derbarê şandina hêzeke bejayî de ji bo Sûriyê gotûbêjan bikin, lê bi mayîna Esed wê rewş dirêjtir û zehmetir bibe”.

Erkana Rûsya jî ragihand ” ji despêka êrîşên wê yên esamnî ve li Sûriyê, 6 hezar êrîş li dijî ” terorîstan ” hatine pêkanîn û rêjîm pêş ve diçe, ku li 10 xalan pêş ve çûye û 3 cihin din jî amadekariyên xwe dike ”.

Herwiha Erkana Rûsya tekez kir ku efserin berê yê Artêşa Rêjîma Îraqê, terorîstan li Sûriyê perwerde dikin.