5:56:02 PM
RojavaNews: Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyê, Ehmed Tuhme, ragihand ku her yek ji PYD û Rêjîmê dixwazin pêwendiyên opozsiyonê bi Tirkiyê re qut bikin.
Tuhme, di gotareke xwe de li sêmînereke Akadamisyonên Azad li Zanîngeha Dîlokê(Entab) li Kurdistana Tirkiyê, ragihand “ PYD û Rêjîmê, li Girê Spî guhertina demografî pêk anîne û li şûn ereban, kurd li wê derê bicî kirine “.
Herwiha Tuhme got “ Li Humsê jî rêjîmê guhertineke demografî pêk aniye, ku erebên Sune neçar kirin koçber bibin û li şûn wan jî Şîayên Îranî bicî kirin”.
