Dêrazorê: 12 jê zarok 30 kes hatin kuştin!

Dêrazorê: 12 jê zarok 30 kes hatin kuştin!

Rojava News: Rawengeha Mafê Mirovan ya Sûriyeyê: Li Dêrazorê di encama êrîşên balafirên an Sûriyê an jî Rusî de 30 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 12 jê zarokin.

Rawengeha Mafê Mirovan ya Sûriyeyê ya ku navenda xwe li Londone ye daxuyand; Li rojhilatê Derazorê balafirên şer gundê Atabiye Cezîre kirin ermanc û di encamê de 30 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan 12 jê zarokin.

Rawengahê di daxuyaniyê de got; Êrîşa asmanî an  ji aliyê balafirên Rûsî an jî ji aliyê yê Sûrî ve hatiye kirin. Tekeziyek li ser balafiran nedaye.

DAİŞê di wan rojê dawî de êrîşeke berfireh birê ser deverê dibin kontrola rejimê de, û bi dehan teqîn ji aliyê xwekujê hemen rêxistinê ve encam da.

Rêxistina terorîstî ji heyva Avdara par de li deverê dorpeça xwe xurt dike û ji %60 xistiye bin kontrola xwe.

10:13:30

 

Şanaz Emin